Yûnanistan: “Îran di Hurmizê de êrîşê keştiyekî me kir”
PeyamaKurd – Dewleta Yûnanistanê ragihand ku di Hurmizê de keştiyekî wan ketiye ber êrîşa Îranê û li aliyê dinê, artêşa Îranê ragihand ku Îran dest daniye ser 2 keştiyên din jî.
Wezîrê kar û barên derve yê Yûnanistanê Yorgos Gerapetritis tevlî bernama TV ya CNNê bû û got di wexta keştiya Yûnan, dê ji Hurmizê derketa, ketiye ber êrîşê. Wezîr got:
“Xesara mezin gihaye keştiyê lê talûka keştiyê ku noqav bibe nîne û rewşa muretebat baş e.”
Li aliyê dinê Tehranê bi fermî ragihand ku ew dest danîne ser 2 keştiyên kargoyê yên bi navên "MSC Francisca" û ya bi ala Liberya ya bi navê "Epaminondas"ê.
Sedema ku Îran ji bo destdanîna ser keştiyan nîşan da, got ku têkiliya keştiya "MSC Francisca" bi Îsraîlê heye û ya "Epaminondas"ê têra xwe îzna wê nîne û sîstema seyrê tevlihev kiriye.
UKMTO ya Îngîltere ragihand ku keştiyekî şer yê Îranê di Derya Ummanê de êrîşê keştiya kargoyê ya bi navê "Euphoria" kiriye. Keştî ji destê Îranê xelas bûye û ber bi bajarê Cidde ya Erebistanê de diçe.