Cîhan
Amerîkayê li Hurmizê êrîşê armancên leşkerî yên Îranê kir
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ku ji rayedarên DYAyê û medya navdewletî hatine wergirtin, Hêzên Hewayî yên Amerîkayê wekî bersivdaneke li hember êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî, derbên giran li armanc û saziyên leşkerî yên Îranê yên li derdora Tengava Hurmizê xist.
Li gorî raporan, piştî êrîşên hewayî yên Amerîkayê li herêmên stratejîk ên Îranê yên wekî Girava Qeşmê, Bender Abbas, Çabahar û Konarakê dengê teqînên mezin hatin.
Ev êrîş piştî wê yekê hatin ku aloziya leşkerî di navbera Washington û Tehranê de li ser riyên bazirganiya deryayî gihîştiye asta herî bilind.