TR KU SO
FB X
Cîhan

Yûnanistan ser û binê hev bû

Admin M
Nivîskar
📅 18 mijdar 2018 23:02

PeyamaKurd- Di salvegera 45 emîn berxwedana xwendevanên Yînanistanê ya li dijî cunta ya leşkerî de, di ser deh hezarî de kes ber bi balyozxaneya Amerîka ve meşiyan. Di dema meşê de ala Amerîkayê şewitandin û di navbera xwepêşandêner û polîsan de şer û pevçûn derket. 8 kes hatin binçavkirin.

Her sal bibîranîna hatina cunta leşkerî tê kirin û xwepêşandan tên kirin. Her sal gelek xwendevan, sendika, partî û grûbên çep tevli bîranînê dibin. Bûye weka remza berxwedana 17 qasimê ya xwendevanan. Lê di xwepêşandanê de gelek tiştên bê awa jî tên kirin. Her wekî avêtina keviran û Molotof kokteylan, bombeyên dengî û hwd.

Parve bike: