Yûnanîstan û Fransa dê li ser rojhilatê Derya Spî bicivin
PeyamaKurd – Di derbarê mijarên rojhilata Derya Spî, di 10ê Îlonê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron, wê li gel Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis bicive.
Serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, civîna di navbera Serokê Fransayê û Serokwezîrê Yûnanîstanê de, wê di Lûtkeya Parîsê de pêk bê û biryar e rayedarên payebilind ên welatên Portugal, Îspanya, Îtalya, Qibris, Malta û Yûnanîstanê jî beşdar bibin.
Ev civîn, piştî ku hefteya borî rayedarekî payebilind ê Hikûmeta Yûnanîstanê ragihandibû Yûnanîstan mijara kirîna balafirên şer li gel Fransa û çend welatên din gotûbêj dike pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, niha aloziyeke mezin piştî meha derbasbûyî Tirkiyê keştiyek ji bo lêgerîna çavkaniyên sirûştî şand rojhilatê Deryaya Spî, di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de çêbûye.