Cîhan
Yûnanistan xwest 1450 koçber dagerin Tirkiyê
PeyamaKurd – Yûnanistan daxwaza îltîca 1450 koçberên ku qebûl nekir, xwest wan bişîne Tirkiyê. Wezareta Polîtîkayên Koçê ya Yûnanistanê ji Ajansa Frontexê xwest ku daxwaza 1450 koçberan qebûl nebûye û wan bişîne Tirkiyê. Frontex ajansa parastina sînor ya Komîsyona Awrûpayê û Yekîtiya Awrûpayê ye.
Koçberên daxwaza wan nehatiye qebûlkirin ji giravên Midilli, Sakiz, Sisam û İstanköy ne.