TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji koçberên Kurd ên Minbicê fidye tê xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2026 20:07

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku komên çekdar ên Sûriyê ku piştî kontrolkirina Minbicê bûne sedema koçberkirina nêzîkî 25 hezar welatiyên Kurd, niha ji bo vegerandina mal û milkên koçberan daxwaza miqdarên mezin ên pereyan dikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, ev kom ji malbatên Kurd daxwaza fîdyeyên ku digihîjin heta 10 hezar dolarî dikin da ku destûrê bidin ew vegerin ser milkên xwe.

Tê gotin ku astengiyeke mezin li pêşiya vegera asayî ya xelkê koçber çêbûye û barê aborî yê koçberan hêj girtantir bûye.

Hêjayî gotinê ye, yek ji xala Peymana Şam û HSDê ya 29ê Çileyê ew bû ku "vegera ewle ya koçberan" were pêkanîn.

Li gorî peymanê, diviyabû şert û mercên guncav ji bo vegera xelkê werin amadekirin, lê daxwaza fîdyeyê û desteserkirina xaniyan nîşan dide ku mekanîzmayên çavdêriyê hîn neketine meriyetê.

Parve bike: