Cîhan
Zaxarova : Bi tu awayî besdariya Ukrayna bo NATOyê nayê qebul kirin
PeyamaKurd - Peyvdara Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova da zanîn ku ew endamtî yan jî kismî beşdarbûyîna Ukraynayê bo NATOyê tiştekî bê qebûl kirin nîn e.
Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ya îroyîn de got: "Ji 2008an ve ku NATO endamtiyê wedî Kîevê kiribû û heta niha helwesta me ya ku Ukrayna nikare beşdarî di NATOyê de bike neguhêriye û em her carê heman helwestê aşkere dikin. Ew helwest neguhêriye û ne bi awayekî parçe parçe ne jî bi yek parçeyî beşdariya Ukrayna bo NATOyê bo me hewldaneke nayê qebûlkirin e"
Zaxarova da zanîn ku beşdariya Ukrayna bo Natoyê, ewlehiya Rûsyayê dike xeteriyê û loma jî ew di helwesta xwe de rijdin.