Cîhan
Zelenskiy: 10 dronên Îranê hatin îmha kirin
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, şeva borî li ser Telegramê ragihand ku ji ber êrîşên Rûsyayê qutbûna elektrîkê li seranserê Ukraynayê berdewam dike.
Zelenskiy herwiha got ku hêzên rûsî bi dronan êrîşî herêma Odessayê kirine û ji 15 dronên Îranî yên rûsan pê êrîş kirine, 10 ji wan ji aliyê hêzên wan ve hatine îmha kirin.
Zelenskiy bal kişandiye ser ku di encama êrîşan de ziyan gihîştiye binesaziya enerjiyê û ji ber têkdana binesaziya enerjiyê jî rewşa herêma Odesayê gelekî dijwar e ku zêdetirî 1,5 milyon kes bê elektrîk mane.