TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: 45 balafirên bêmirov hatin jinavbirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2023 19:02

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê ragihand ku di sala nû de jî êrîşên Rusyayê berdewam in û wan di roja pêşîn a salê de 45 balafirên bêmirov jinav birine.

Volodimir Zelenskiy diyar kir ku artêşa Rusyayê, di roja pêşîn a sala 2023yan de bi balafirên bêmirov êrîşî Ukraynayê kiriye û da zanîn ku 45 balafirên bêmirov, ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatine jinavbirin.

Zelenskiy destnîşan kir ku ew ê ji bo serxwebûna Ukraynayê têkoşîna xwe berdewam bikin û got, "Ew nikarin salekê jî ji Ukraynayê diziyê bikin, ew ê nikaribin serxwebûna me bistînin. Em ê tiştekî nedin wan."

Parve bike: