Cîhan
Zelenskiy biryarnama zêdekirina leskeran îmze kir
PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy biryarnama ji bo zêdekirina jimara leşkerên Ûkraynayê îmze kir.
Di biryarnamê de xalên pêşdebirina şiyanên artêşê, şiyanên bergiriyê, ji bo bilîbûna xelkê ji bo artêşê zêde bibe û derbasî arteşa profesyonel bibin, hene. Li gor biryarnamê; wê di nav 3 salan de 100 hezar leşker zêde bikin û şiyanên artêşê qewî bikin.