Cîhan
Zelenskiy helmeta bexsê da destpêkirin: Girîngiya her bexsê bo serkeftinê heye
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, îro 5ê Gulanê ragihand ku wan helmeteke alîkariyê bo ji nû ve avadankirina Ukraynayê ya gerdunî daye destpêkirin.
Zelenkiy di peyama xwe ya vîdyoyî ya belav kiriye de dibêje, wan ji bo serketina Ukraynayê di şerê Rûsyayê de û ji bo ji nû ve avadankirina binesaziya Ukraynayê helmeteke komkirina bexşên navdewletî daye destpêkirin.
AFPê ragihandiye ku Zelenskiy helmeta bi navê 'United24' li ser înternetê eşkere kiriye û gotiye: "Bi yek tikandinê hûn dikarin ji bo parastina şervanên me, rizgarkirina sivîlan û ji nû ve avadankirina Ukraynayê bexşa pere bikin. Girîngiya her bexşekê ji bo serfiraziyê heye.”