TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy, li ser F-16an daxuyanî da: Ev hîn destpêk e

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 tebax 2023 04:00

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku Hollanda dê 42 balafirên F-16 radestî Ukraynayê bike.

Volodimir Zelenskiy, ji bo F-16 spasiya Serokwezîrê Hollanda Rutte kir û diyar kir ku wî û Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte, li ser F-16 li hev kirine û daxuyaniya xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Îro ji bo bihêzkirina berevaniya asîmanî ya Ukraynayê, em gaveke din dihavêjin. Balafirên ku em ê ji bo dûrxistina terorîstên Rûsî ji bajar û gundên Ukraynayê bi kar bînin. Min û Mark Rutte me li ser hejmara F-16ên ku piştî perwerdekirina pîlot û endezyarên me, 42 balafir ji Ukraynayê re bên şandin, li hev kirin. Ev tenê destpêk e. Spas dikim Holland.”

Parve bike: