TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Rûsya ji bo lêdana hedefên Amerîkî sedî sed alîkariya Îranê dike

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2026 16:00

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy, di serdana xwe ya Qeterê de ragihand ku ew piştrast e Rûsya zanyariyên îstîxbaratî dide Îranê da ku hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike hedef û got, "Rûsya sedî sed alîkariya Îranê dike."

Zelenskiy bal kişand ser raporên îstîxbarata Ukraynayê û îdia kir ku peykên Rûsyayê di navbera 20 û 26ê Adarê de wêneyên gelek baregehên girîng girtine û da zanîn, di nav wan de Baregeha Prens Sultan a li Erebistana Siûdî, Baregeha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê û Baregeha El-Udeid a li Qeterê hene.

Zelenskiy diyar kir ku li gorî ezmûnên wan, girtina wêneyan a cara sêyemîn nîşana êrîşeke nêzîk e û destnîşan kir ku Vladîmîr Putîn ji şerê li Rojhilata Navîn û bilindbûna bihayê neftê gelek sûdê werdigire.

Parve bike: