TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy, serdana Kakhovkayê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 hezîran 2023 19:30

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, piştî êrîşa li santrala hîdroelektrîkê ya Nova Kakhovkayê, çû serdana Hersonê û li cihê bûyera xeternak, çavdêrî kirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ji ber lehiya ku li herêmê piştî êrîşa bendava Nova Kakhovkayê ya li Hersonê ku di bin kontrola Rusyayê de ye çêbû, hejmara kesên can dane derket 5an. 

Hat ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî ji bo nirxandina rewşa herêmê serdana Hersonê kir. Zelenskiy, di derbarê serdanê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku

“Îro me li Hersonê civîneke koordînasyonê li dar xist da ku encamên potansiyel ên êrîşên bendavê binirxînin. Gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin, rewşa operasyonê ya li herêmê, tehliyekirina kesên li herêma lehiyê dijîn, piştgiriya jiyanê ji herêmên lehiyê re rakirina rewşa awarte, ji nû ve avakirina ekopergala li herêmê û leşkerî…”

Zelenskiy di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser ziyanên heyî û got, “Gelek girîng e ku zirara li Hersonê were hesabkirin, avahiyên ku ji êrîşê bandor bûne ji nû ve bên avakirin û ji bo telafîkirinê bernameyek were çêkirin. Lewra zirar li esnafên li herêmê hatiye kirin.” 

Parve bike: