TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky: Em ê qet efû nekin û Xwedê jî efû nake!

Admin H
Nivîskar
📅 07 adar 2022 21:08

PeyamaKurd – Êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê ku 24ê Sibatê dest pê kiribû, di roja xwe ya 12emîn de bi hemû dijwariya xwe dewam dike û heta niha ji xeynî bi hezaran ziyanên canî wargehên niştecihbûnê jî bi bombe û fuzeyên rûsî hatine hilweşandin.

Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy, îro Duşemê bal kişand ser êrîşên bi fuzeyan ser wargehên sivîl û ragihand, “Em wê fuzeya ku îro sîstema berevaniya me ya asmanî li Ohmatdetê xistiye û bombekirina sivîlên bêçek efû nakin. Em ê ruxandina binesaziya me efû nekin. Wê Xweda jî efû neke. Ne îro, ne sibe, ne ti carî.”

Zelenskiy got ku daxuyaniyên Rûsyayê yên dibêjin, ew kargehên pîşesaziya leşkerî bombe dikin, kuştinkariya qestî ye.

Herwiha Zelenskiy ragihand ku wan biryar daye, nîşana berxwedanê bidin bajar û kesayetên Ûkraynî yên li hember êrîşên Rûsyayê berxwe didin.

Parve bike: