Zeydi: “Ez ê avakirina kabîneyê di 2 hefteyan de temam bikim”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Ali Falih Zeydi ragişhand ku wezaretên niha valane û wezîran ji bo wan tayin nekirine, dê di nav 2 hefteyan de temam bike.
Ali Falih Zeydi, tevlî bernama televizyonê bû û li ser vekişîna hêzên DYAyê, reformên aboriyê, stratejiya petrolê û di mijarên weka kontrola çekên neyasayî de agahiyan da.
Zeydi ji bo kanala Sky Newsê axifî û got ku seredana wî ya Washingtonê dê li ser esasê berjewendiyên her dû welatan û rêzdariyê be û bibe destpêka demekî nû ya hevkariyê.
Zeydi ragihand ku hedefa Iraqê ew e ku ciyê heyiya leşkerî ji bo hevkarî û veberhênana aboriyê be û ji bo wezaretên petrolê, elektrîkê û danûsitendinan ferman daye ku cîh bidin şîrketên DYAyê yên baweriyê.
Ji bo avahiyên esasî ava bibin, ji bo avakirina wan rojane dê dahata 500 hezar -2 milyon varêl petrolê bixin ‘fona enerjiyê û geşepêdanê’ û dê ev fon di nav 30 salan de dê bigihê miqdarê 400 milyar dolarî. Zeydi hem got ku wê di nav 3 salan de veberhênana petrolê bigihê 7 milyon varêlê.
Zeydî behsa grûbên çekdar û hevdîtinên bi wan re kir û got:
“Dewlet sîwanekî rewaye ku herkesî dixe binê siwana xwe. Di derveyê dezgeyên fermî de divê ti dezgeyekî çekdar nemîne.”
Zeydi, behsa siyaseta derve kir û behsa têkiliyên bi Îranê û welatên Kendavê kir ku divê bi wan re têkiliyên baş bimeşin û ji bo diyalogê her wext amade ne. Ji axa Iraqê heya niha ti êrîşekî nehatiye kirin bo ser welatên din yên cîran an Erebistanê.
Di têkoşîna bi gendeliyê re, heya niha dosyayên ku miqdarê wan ji 25 milyar dînarî derbas dibin, ji bo peymanên wan kontrol bikin komîsyonekî avakirine û ji bo karibin di temamê wezaretan de lêkolîn û lêpirsînê bikin, reşbeleka qanûna wê şandiye parlementoyê.