TR KU SO
FB X
Cîhan

Zîrwa YEyê ya di bin serperestiya Macron de qediya

Admin M
Nivîskar
📅 18 sibat 2025 00:08

PeyamaKurd – Bi mazûrvaniya serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê civîna li ser têkiliyên DYA-Ûkrayna û Yekîtiya Ewrûpayê hat kirin. YE, endîşe dike ku DYA an ku Trump YEyê di derveyê muzakereyên agirbes û lihevhatina Rûsya-Ûkrayna de bihêle.

Civîna ku di rêya ne fermîde hat kirin, gelek lîderên welatên Ewrûpayê tevî bûn û hinek lîder rexneyan kirin. Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen, serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, serokwezîrê Îspanya Pedro Snchez, serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof, serokwezîrê Polonyayê  Donald Tusk, seroka komisyona YEyê Ursula von der Leyen, serokê konseya Ewrûpayê Antonio Costa û sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte di civînê de bûn.

Civîna wê li Erebistana Saûdiyê ya di navbera Rûsya-DYA de bibe, bê YE û Ûkrayna tevî bibe, dê DYA û Rûsya tevî civînê bibin.

Macaristan û Slovenya di civîna li Parîsê de rexneyan kirin û civînê wekî ‘terefdarên şer yên lîderên Ewrûpayê’ binav kirin.

Parve bike: