17ê Kanûnê 'Roja Ala Kurdistanê' tê pîrozkirin
PeyamaKurd – Îro li Herêma Kurdistanê roja Ala Kurdistanê ji aliyê saziyên fermî û welatiyan ve tê pîrozkirin.
17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê îsal jî weke her sal bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin.
Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro li hemû saziyên perwerdeyê merasîmeke fermî tê lidarxistin.
Parlamentoya Kurdistanê bi biryara 19ê Hezîrana 2009ê, bi boneya bilindkirina ala Kurdistanê di 17ê Kanûna 1945an de li avahiya Şaredariya Mehabadê, roja 17ê Kanûnê wek Roja Ala Kurdistanê ragihand.
Nîşan û rengên li ser Ala Kurdistanê (Ala Rengîn) tê çi wateyê?
Di paşperdeya ala Kurdî de xetên sêreng ên sor, spî û kesk ên hevaheng û wekhev hene, ku bi giştî 21 tavên Mezopotamyayê yên perçiqayî yên bi rengê zer û tarî di cihê wan de ne.
Sor: Şoreş, xwîna şehîdên di şer de hatiye rijandin, cesaret
Zer: Ronahî, agir
Spî: Aştî û aramî
Kesk: Welat û xweza