Kurdistan
2 keçên çûn alîkariya bavê xwe, di ava Zê (Zap) de fetisîn
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Herîrê li gundê Mekirdanê, bav, 3 keçên wî û kurekî wî diçin nav erdê xwe yê li ber çemê Zê.
Piştî avdaniya zeviyê diqede, zarok dikevin ava Zê da xwe hînik bikin. Du keç dikevin ber pêlên avê û xwuşk û birayê din ji bo wan rizgar bikin xwe davêjin nav avê lê biser nakevin û her dû xwuşk di avê de difetisin.
Xwuşkekî 20 û ya dinê 21 saliye û navên wan Fatima û Xecîce ne.
Ji tîma parastina sîvîl ya Qendîlê Eli Cebbar ji bo Rûdawê ragihandiye ku ava Zê ji bo avjeniyê qet nabe û weha gotiye:
“Dirêjahiya Zê bi sed km.ya ye. Zahmete ku hemû rûbar bê kontrolkirin. Divê xelk zanibe û divê nekevin ava Zê. Tîmên me yên rizgarkirinê hene lê nikarin temamê Zê kontrol bikin.”