TR KU SO
FB X
Kurdistan

514 malbatên Serêkaniyê vedigerin cih û warên xwe

Admin H
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2026 17:09

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku sibe 8ê Cotmehê karwana çaremîn a koçberên Serêkaniyê dê ji Kampa Waşûkanî ber bi gundewarên Serêkaniyê, derdora Til Temir û Zirganê ve bi rê bikeve ku ji 514 malbatan pêk tê.

Endama rêveberiya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo ragihand ku karwanê çaremîn ji 514 malbatan pêk tê, ew ê ber bi gundewarên Serêkaniyê, gundên derdora Tir Temir û Zirganê ve bi rê bikevin.

Karwanê sêyemîn ê koçberan ku ji 511 malbatan pêk dihat, 5ê Cotmehê vegeriyabû cih û warê xwe.

Parve bike: