6 kesên di qezayê wefat kirin, hatin definkirin
PeyamaKurd- Vê sibê li bajarê Colemêrgê li navçeya Geverê 6 kesên di rêvebiriya perwerdê û maliye de dixebitîn, ereba wan di helan de çûbû xwarê û her 6 kes can dabûn. Kesên ku can dabûn, di rêvebiriya perwerdê û Maliyê ya Geverê de dixebitîn û nanên wan Evin Yazgan, Çimen Özçük, Aysun Er, Semra Varol, Meryem Renda û Savaş Bayram bûn. Ajotvanê erebê Mustafa Nasıroğlu jî birîndar bûbû.
Piştî otopsiya cenazeyan ya li nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê hat kirin, cenazeyan birin navçeya Geverê û limêja cenazeyan hat kirin. Hinek cenaze hatin şandin bo gundên wan û hinek li navçeyê hatin definkirin.
Di merasima cenazeyan de parêzgerê Colemêrgê İdris Akbıyık, fermandarê alaya cendirmeyan Tuxgeneral Nuri Öztürk, qeymeqamê Şemzînanê Yakup Güven, şaredarê Esendereyê Dirbaz Büyüksu, mirovên xwediyê cenazeyan, temsîlkarên rêxstinên sîvîl, rêvebirên daîreyan û xelk tevlî merasima cenazeyan bûn.