TR KU SO
FB X
Kurdistan

66 sal di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas bûn: Bîranîna 283 zarokên şehîd

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2026 15:40

PeyamaKurd - Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 66emîn salvegera şewata sînemayê ya li bajarê Amûdê ku di 13ê Mijdara 1960î de qewimî û tê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komkujî di bîra kolektîf a gelê Kurd de hê jî zindî ye û ev trajedi yek ji mezintirîn komkujiyên ku zarok rasterast tê de hatine armancgirtin e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî ku kapasîteya sînemayê tenê 200 kes bû, zêdetirî 500 xwendekarên seretayî birine salonê û piştî derketina şewatê leşkeran deriyên sînemayê girtine û destûr nedane ku zarok werin rizgarkirin.

Her wiha hate gotin ku ev bûyer encama polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîma Baasê bûye û tevî derbasbûna salan jî ti lêpirsîneke adil nehatiye kirin.

Însiyatîfê di dawiyê de bal kişand ser rewşa nû ya li Sûriyê, banga rawestandina êrîşên nîjadperest ên li ser taxên Kurdan li rêveberiya Şamê kir û tekez kir ku parastina mafên hemû gelan bi destûreke demokratîk pêkan e.

Parve bike: