9 sal bi ser komkujiya Roboskê de derbas bûn, lê...
PeyamaKurd - Bi ser Komkujiya Roboskê re ku şeva 27-28ê Kanûna 2011an bi bombebarana balafirên tirk 34 kasibkarên Kurd ku piraniya wan zarok bûn hatibûn kuştin 9 sal derbas bûn.
Ev 9 sal in hê jî dayikên Roboskê yên navçeya Qileban a Şirnexê reş girê didin û bangewaziya edaletê dikin.
Heta niha jî ne li dadgehên Tirkiyê ne jî yên navdewletî doza wan a edaletê nehatiye dîtin û ti encamek nehatiye standin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji ber derengmayîna dosyeyê ji aliyê parêzerên doza komkujiya Roboskê dosyeya Roboskê red kiribû. Piştî ku doz neçû ber DMMEyê gelek rexne li HDPê hatibûn girtin ku xemsarî kirine yan jî bi zanebûn parêzerên wan dosye dereng şandine.
Li dadgehên Tirkiyê jî ew doz hatiye hilawistin ku nayê zanîn bê wê kengî bê dîtin û darizandin dest pê bike.
Deshilatdariya AKPê ku dema bombebarana balafiran li ser kar bû, beriya niha Tevgera Guleniyan FETO bi wê komkujiyê tohmetbar kiribû, lê ferman bi destê deshilatdariyê bû.
Hikûmeta AKPê ya bi seroktiya Erdogan xwestibû ji bo bincilkirina doza Roboskê, malbatan qerebû bike, lê malbatan ew yek qebûl nekiribû.
Niha jî li gorî daxuyaniyên malbatan, tevî ku ev 9 sal in berpirsiyariyên komkujiyê nehatine darizandin, zextan li wan dikin ku bibin cerdevan yan jî bi birçîbûnê re rûbirû bimînin.