TR KU SO
FB X
Kurdistan

Abraham: Bûm sahidê têkosîna Kurdan, ez ê senatorên din jî bînim vir

Admin H
Nivîskar
📅 20 sibat 2020 00:45

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Ralp Abraham ê ji Partiya Komarparêz û Serokê Komîteya Çekdarkirinê di Kongreya Amerîkayê de di serdana xwe ya Reqayê de behsa têkoşîna Kurdan kir û got, “Me li Amerîkayê têkoşîna Kurdên Sûriyê dît û dema ez li vir bûm ez bûm şahidê vê têkoşînê.”

Ralph Abraham di serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola HSDê de ku hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî û rêveberên Rêveberiya Xweser re pêk anîn, ji bo pêşketinên li erdê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Abraham di serdana xwe de, ji ajansa ANHAyê re derbarê têkoşîna Kurdan de jî wiha gotiye:

"Me li Amerîkayê têkoşîna Kurdên Sûriyê dît û dema ez li vir bûm ez bûm şahidê vê têkoşînê. Têkildarî vê mijarê, ez ê endamên din ên kongreyê bînim vir da ku bi çavê xwe tiştên ku li serê Kurdên Sûriyê tê, bibînin."

Parve bike: