TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi yek ji kampên herî mezin li sînorê parêzgeha Duhokê ket

Admin L
Nivîskar
📅 07 adar 2022 14:14

PeyamaKurd Agir bi yek ji kampên herî mezin li sînorê parêzgeha Duhokê, kampa Çemişko ya li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ket û di encamê de, tenê 3 çadirên koçberan şewitîn û tu zerareke canî çênebûye.

Li gor zanyariyan, şewata li Kampa Çemişko,  do bi şev derdora saet 20:00an çêbûye.

Berpirsê Kampa Çemişko Bizav Ebdulezîz eşkere kiriye, di encama şewata li kampê de, “3 çadirên koçberan şewitîne” û diyar kir, “tu zerarên canî çênebûne û tenê zerar gihîştiye çadiran û navmala hejmarek ji koçberan.”

Herwiya Bizav Ebdulezîz diyar kiriye, bûyer bi sedema “kontakta elektrîkê” bûye û “her sê çadirên ku di bûyerê de şewitî ne, li kêleka hev û cîran bûne û agir ji çadirekî gihîştiye çadirên din.”

Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxo çar kampên koçberên Kurdên Êzîdî hene ku kampa Çemişko yek ji wan e û nêzîkî 26000 kes lê dijîn.

Parve bike: