Kurdistan
Agirê daristanê yê Çewligê hat kontrolkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Dara Hênê ya Çewliga Bakurê Kurdistanê, agirê daristanê hat kontrolkirin,
Li gundê Tarçûrê ya ser bi navçeya Dara Hênê, ji ber sedemeke ne diyar agir derket û gundiyên ku dûxana agir dîtin, Rêveberiya Daristanan a Çewligê agahdar kirin.
Agir ji aliyê personelên Rêveberiya Daristanan a Çewligê, cenderme û bi alîkariya gundiyan hat vemirandin.