TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ajansa Tirk ala Kurdistanê sansûr kir, Kurdan bertek nîsan da

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2019 12:55

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Demiroren (DHA) ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê weşanê dike, di nûçeya desteserkirina êrîşkarê xwaringeha Hewlêrê de, wêneyê ku Encûmena Asayîşa Kurdistanê belav kiribû sansûr kir.

DHAyê di nûçeya derbarê girtina bikirên êrîşa Hewlêrê de ku dîplomatekî tirk û 2 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn, Ala Kurdistan û Ala Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê mozayîk kir û nehişt bê xuyakirin.

Li aliyê din hat xuyakirin ku heman wêne ji aliyê ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê ve nehat sansûrkirin, lê nehat zanîn bê çima DHAyê ew wêneyê ala Kurdistanê tê de sansûr kir ku Ala Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê fermî ye.

Li ser vê helwestê gelek bikarhênerên medya civakî ajansa Tirk protesto kirin û wêneyên Ala Kurdistanê li bin nûçeya navborî belav kirin.

Çend roj berê jî li Trabzona Tirkiyê komek xelkê nijadperest ji ber wênegirtina li ber milpêçeke Al û navê Kurdistanê tê de, êrîşî turîstên Herêma Kurdistanê kiribûn û parêzgarî û asayîşa wî bajarî li şûna êrîşkaran welatiyên Kurd binçav kiribûn û piştre jî ew vegeradibûn Kurdistanê.

>

Parve bike: