Alexander De Croo: Seredana me bo desteka Kurdistanê ye
PeyamaKurd- Cîgirê serokwezîrê Belçîkayê ku hem wezîrê darayiye Alexander De Croo û komîserê Yekîtiya Awrûpayê yê ji krîzê û ji alîkariya mirovî berpirse Christos Stylianides li Pîrmamê seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin.
De Croo behsa rola Barzanî û pêşmerge di têkolşîna li dijî DEAŞ ê de bi pesindayîneka bilind kir û got ku di îstîqrara herêmê de, rola wan gelek zêde ye. Sedema serdana xwe û Yekîtiya Awrûpayê bo Kurdistanê îzah kir ku bo desteka Kurdistan û Iraqê ya li dijî terorê nîşan bidin hatine Kurdistanê. Croo got ku wê Belçîka û Yekîtiya Awrûpayê weka ortaxê Kurdistanê bimînin û ji ortaxiyê re sadiq bin. Croo weha dewam kir:
“Gelek kar hene ku bên kirin. Dezgeyên herêma Kurdistanê di krîz, mesela koçberan û di dewra têkoşîna li dijî terorê de, bi sedema ku destekê dane Yekîtiya Awrûpa û temamê dinyayê, em ji wan re sipasya xwe dikin.”
Croo hem bi sedema hilbijartina seroka parlementoya Kurdistanê û cîgira wê ku her dû jî jinin, serok Barzanî pîroz kir.
Serok Barzanî bi sedema alîkariya Belçîka, YA û hêzên koalîsyona navdewletî di şerê li dijî DEAŞê de piştgiriya ku dane pêşmerge, sipasiya wan kir û got: “Desteka ku li dijî İŞİD ê dan peşmerge encameka baş bi xwe re anî. Çanda xelkê Kurdistanê dest nade ku hêzên terorî li Kurdistanê cîh bigre. Kurdistan bi biryare ku li dijî terorê têkoşînê bike.”