TR KU SO
FB X
Kurdistan

Almanya: Heger Talîban serîetê bîne, em ê alîkariya Afganistanê bidawî bikin

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2021 18:01

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand, heger Tevgera Talîbanê ku heta niha pêşveçûneke zêde di nav axa Afganistanê de bidest xistiye û di çend rojên dawî de 10 navendên wîlayetan kontrol kiriye bi ser bikeve û şerîetê bîne Afganistanê ew ê jî hemû alîkariyên didin Afganistanê bidawî bikin.

 Maas bibîr xist, ew her sal 430 mîlyon euro didin Afganistanê û got, heger Talîban kontrola welêt bixe destê xwe û wir bi şerîatê birêve bibe ewê alîkarîyê rawestînin.

Herî dawî li gorî nûçeyên hatine, çekdarên Talîbanê beşeke mezin ji bajarê Geznî jî kontrol kirine û hejmara navendên di çend rojên dawî de ketine kontrola Talîbanê bûne 10 bajar.

Li gorî Îstixbarata Amerîkayê jî dibe Talîban di nav 30 yan 90 rojan de paytext Kabûlê jî kontrol bike.

Tevgera Talîban a îslamî ya tundrew sala 1996an Afganistan xistibû kontrola xwe û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên NATOyê deshilatdariya Talîbanê hatibû hilweşandin.

Berpirsên Talîbanê di demên dawî de dibêjin, wan ji sedî 85ê welat xistiye kontrola xwe û şerê ligel hêzên hikûmeta Afgan a ji Amerîka û NATOyê piştgiriyê distînin, tevî danûstandinên aştiyê yên Dohayê jî bi dijwarî berdewam dikin.

Parve bike: