TR KU SO
FB X
Kurdistan

Almanya û Qeterê jî dest bi seferên Kurdistanê kirin

📅 30 adar 2018 23:42

PeyamaKurd - Piştî demeke dirêj girtîmayîna balafirxaneyên Kurdistanê, welatên dinyayê yek bi yek dest bi seferên xwe dikin û Almanya û Qeterê jî biryar dan ku bifirin Hewlêr û Silêmaniyê.

Rêhewaya Qetere yekem sefera xwe bo Silêmaniyê kir û Almanya jî di zûtirîn demê de dest pê dike.

Balafirxaneya Silêmaniyê ragihand ku Qeterê yekem sefera xwe ji Dewheyê bo Silêmaniyê kir û dê rojane carekê sefera wê hebe. Herwiha Almanya jî dê ji 5ê Nîsanê pê ve rojane bo Hewlêr û Silêmaniyê seferan bide destpêkirin.

Parve bike: