TR KU SO
FB X
Kurdistan

Almanya wê alîkariya herêma Kurdistanê dewam bike

Admin M
Nivîskar
📅 06 sibat 2019 02:35

PeyamaKurd- Îro balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn û heyeta pê re seredana Şêwirmendê Encumena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin û behsa girîngiya rola Herêma Kurdistanê kirin û got ku wê dewam bikin û alîkariya herêma Kurdistanê bikin.

Berêz Mesrûr Barzanî jî piştevaniya Almanya ya bo herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi taybetî behsa vekirina nexweşxaneya pêşmergeyan ji aliyê Almanya de bo herêmê qedirbiha ragihand û behsa girîngiya pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Her dû alî behsa gelek mijarên girîng yên weka vejîna DEAŞ ê û gelek mijarên din kirin. Her weha bo çareserkirina deverên ku di navbera Bexda û Hewlêrê de arîşe li ser wan hene, Barzanî got ku divê bo çareseriya wan mekanîzmeyekî bê danîn. Bi taybetî bo Kerkûkê.

Behsa avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê û pêwendiyên navbera partiyan mijareka dinê ya hevdîtinê bû ku li ser wan axifîn.

Parve bike: