Amarên 24 saetan | 591 kesên din bi koronayê ketin û 25 kesan jî can da
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 591 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 25 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê 25 kesên ji nexweşiya korona can dane, 9 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, kesek li Raperîn û 3 kes jî li Duhokê ne.
Herwiha 591 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 169 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 34 li Germiyanê û 243 kes li Duhokê ne.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê amarên giştî yên seranserê Herêma Kurdistanê jî wiha ne:
Pêketin : 28 hezar û 752 kes (Hewlêr: 11800, Silêmanî: 11920, Duhok: 4137, Helebce: 895) bi vîrusa koronayê ketine.
Mirin:1074 (Hewlêr: 408, Silêmanî: 600, Duhok: 39, Helebce: 17)
Başbûn: 18049 (Hewlêr: 7680 , Silêmanî: 8114, Duhok: 1445, Helebce: 810)