TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka bi qasî 100 dewlet xist asta çaran ya ''rêwîtiyê nekin''

Admin L
Nivîskar
📅 22 nîsan 2021 12:59

PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, lîsteya hişyariyê ya ji bo rêwîtiyê nû kir û ji roja Sêşemê vir ve bi qasî 100 dewlet xist asta çaran ya ‘‘rêwîtiyê nekin.’’

Li gor lîsteya Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, li Kanada, Brîtanya, Fransa, Meksîko û Almanya, rîska vîrusa Korona pir bilind e.

Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, di serê hefteyê de dabû zanîn ku şewba vîrusa Korona ‘‘rîskeke bêhempa’’ çêkiriye û ragihandibû ku ew ê ji bo ji sedî 80 dewletên cîhanê, hişyariya ‘‘rêwîtiyê nekin’’ ragihînin.

Berî roja Sêşemê, 34 dewlet di kategoriyê ‘‘rêwîtiyê nekin’’ de bûn, lê ew hejmar niha 131 e.

Parve bike: