TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka: "Ji bo vekisînê em bi Kurdan re diaxivin"

📅 07 nîsan 2018 03:55

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis ragihand ku ji bo vekişîna eskerên Amerîkayê ji Sûriyê bi Kurdan û hevpeymana dijî DAIŞê re diaxivin.

Mattis bo APê daxuyanî da û li ser vekişîna eskeran nirxandin kir.

Mattis diyar kir ew pêwîstiyên piştî vekişînê digel Kurdan û hevpeymanê dinirxînin.

Mattis got ew çaverê dikin di demeke nêzîk de bigihên encamekê.

Parve bike: