TR KU SO
FB X
Kurdistan

Andrew Peek: Pêwendiyên me yên bihêz bi Kurdistanê re hene

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 19:46

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek piştî hevdîtinên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihand, ew gelekî pê kêfxweş in ku Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest bi kar dikin.

Andrew Peek ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, “Pêwendiyên me yên baş û bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene” û wiha axivî:

 “Em xweşhal in bi destkarbûna Serokê nû û Serokwezîrê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev qonaxeke mezin e ji Herêma Kurdistanê re û gelek kar li pêşiya me heye ku em bi hev re bikin.”

Peek got, “Di baweriya min de, xelkê Kurdistanê bi vê cure serkirdatiyê bextewar e.”

Parve bike: