TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêşa Îranê li bajarê Bûkanê, Kurdê bi navê Seyîd Ahmed Îsmaîlî kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2026 23:59

PeyamaKurd – Artêşa Îranê li Kurdistana Rojhilat li bajarê Bûkanê, Kurdê bi navê Seyîd Ahmed Îsmaîlî yê ji bajarê Mahabadê ye, li bajarê Bûkanê kuşt.

Hêzên dewletê dest danîn ser cenazê Îsmaîlî cenaze teslîmî malbatê nekirin.

Li gor ragihandina komela mafên mirovan Hengawê; Seyîd Ahmed Îsmaîlî di 28ê Tîrmeha 2026an de, roja Sêşemê êvarê, li ser rêya Bûkan-Şahin Dezhê, li nêzî rêya barajê, di encama kemîna hêzên artêşa Îranê de ku jê re di noqta kontrolê danîbûn, hat kuştin.

Îsmaîlî, bi motorsîleta xwe di rê de diçû û li ciyê kontrolê pasdaran raste rast bi çekan lê dan û ew kuştin. Îsmaîlî li ciyê bûyerê can da.

Hêzên artêşa Îranê piştî Îsmaîlî kuştin, dest danîn ser cenaze û ji ciyê kuştinê birin. Hêzên dewletê red kirin ku cenaze teslîmî malbata wî bikin.

Roja Çarşemê, girêdayê artêşa Îranê, Baregeha Hamza Seyîd el Şuheda daxwuyaniyekî da û got ku wan li bajarê Bûkanê ‘endamekî terorîst ê rêxistinê’ yê bi motorsîklet kuştine.

Di daxwyaniyê de navê kesekî nedan lê rêxistina Hengawê tesbît kiriye ku ew kes Seyîd Ahmed Îsmaîlî ye.

Parve bike: