TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê dîsa Amêdiyê bombebaran kir!

Admin V
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2018 16:17

PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê li navçeya girêdayî Duhokê ya bi navê Amêdiyê êrîşeke hewayî kirin.

Li gorî agahiyan li nêzîkî Şeladizê Geliyê Balinda hatiye bombebarankirin.

Gundiyekî Şeladizê yê bi navê Xalid Rêkanî got ku duh seet li 00:15an balafirên şêrr yên Tirkiyê herêma gundê Siriyê bombebaran kirin. Ev herêm ji aliyê gundiyan ve ji bo çûnûhatinê tê bikaranîn.

Heta îro Artêşa Tirkiyê 86 êrîş li herêmê çêkirine. Di van êrîşan de heta niha 10 sivîl hatine kuştin.

Parve bike: