TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asayîsa Hewlêrê 3 ton dermanên qaçax û demborî desteser kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2021 20:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beriya ku bikevin Hewlêrê, 3 ton derman û amûreke bijîşkî ya qaçax hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya K24ê Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Mulazim Hawkar daye xuyakirin, beriya ku ew ew derman bi nehênî derbasî Hewlêrê bê kirin, lê ji aliyê asayişê ve hatin desteserkirin û diyar kiriye ku ew welatiyan dilniya dikin ku li rêbendên wan ti dermanên qaçax û yên bê molet derbas nabin.

Piştî lêkolînên destpêkê, kesê ku xwestiye derman derbasî Hewlêrê bike, li xwe mikur hatiye ku wî ew derman ji Îranê aniye Ranyayê û bi niyaz bû derbasî bajarê Hewlêrê bike.  

Ji Beşa Kontrolkirina Kalîtiya Dermanan Dr. Govend Rewend jî li ser dermanên hatine desteserkirin got: "Ev hin cureyên dermanan in, hin ji wan dermanên hesas in, ji aliyê nexweşên penceşêrê ve têne bikaranîn û dermanên din jî ji bo nexweşiyên sermê têne bikaranîn."

Rêveberiya Kontrolkirina Anîn û Dirustkirina Derman, Amûr û Pêwîstiyên Bijîşkî li Kurdistanê (KMC) di ber anîna hemû cureyên dermanan û kelûpelên bijîşkî de berpirsyar e. Her derman yan jî pêwîstiyeke bijîşkî heger ne bi riya Rêveberiya Kontrolkirina Kalîteyê be, wek qaçax û ne qanûnî tê dîtin.

Parve bike: