Tenduristiya Îranê: Dermanên hewce bi qaçaxî û hêsanî ji Afxanistanê re tên sandin
PeyamaKurd – Berpirsekî payebilind ê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Behram Darabî daye zanîn, dermanên hewce, bi qaçaxî û hêsanî ji Afxanistanê re tên şandin.
Behram Darabî di hevpeyvîna bi rojnameya “Hemşerhrî” re diyar kiriye: “Dermanê nexweşiya “Sîl”ê bi qaçaxî û bi hêsanî û bi rêya kantîner û kamiyonan ji Îranê ber bi Afxanistanê ve tê şandin.”
Hêjayî gotinê ye ku li Îranê destnekevtina dermanên hestiyar ên wekî derziyên Ensolîn û dermanên nexweşiyên taybet, bûye gef li ser tendirustî û canê nexweşan û ew dermanana bi awayekî berfireh û bi hêsanî ji bo welatên cîran bi qaçaxî têne firotin.
Herwiha nirxa dermanên ku ji derve têne kirîn bi 6 qatan û dermanên ku berhemên navxweyî ne, 30 heta %100 bilindtir bûye û di dermanxaneyan de jî dest nakevin.