TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ava Mûradê can sitend

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2019 22:42

PeyamaKurd- Ava Mûdarê ku mileke mezine ji ava rûbarê Firatê ye, damara esasî ya deşta Mûşê ye. Lê gelek zarokên ku diçûn qursa Qur’anê, bo geştê çûn ser ava Mûradê û di dema xwestin xwe bixin avê û hînik bibin, 4 ji wan di avê de fetisîn û 2 heb ji wan ketin ber pêlên ava Mûradê û niha wenda ne.

Melayê qursa Qur’anê yê gundekî navçeya Melezgira bi ser bajarê Mûşê 40 xwendevanên xwe dibe bo geştê ber çemê Mûradê. Dema zarok dikevin avê, da xwe hînik bikin, ev bûyera nebixêr hat serê wan.

Bi hawara zarokan re gundî xwe gihandin hawara wan û cenazeyên 4 zarokan derxistin lê xwe negihandin her dû zarokên din. Cenazeyên zarokan birin nexweşxaneya Melezgirê bo otopsiyê.

Tîmên AFAD ê yên bi ser parêzgeha Mûşê bo her 2 zarokên din bibînin, dest bi xebatên xwe kirin.

Parve bike: