Avesta bo “Xelata Prix Voltaire” bû namzed
PeyamaKurd- Weşanxaneya Avestayê 25 sale ku weşana pirtûkên Kurdî dike û ji zimanên din jî pirtûkan werdigerîne zimanê Kurdî. Her wekî ji Erebî, Tirkî û Îngîlîzî wergeran kiriye.
Weşanên Avestayê îsal bo “Xelata Prix Voltaire” ya ku ji aliyê Yekîtiya Weşanên Navdewletî (IPA) de, weke namzed hat nîşandan. Ne tenha Avesta lê hinek weşanxaneyên din jî di nava namzedan de hene û ji welatên cuda ne. Xelat bi armanca weşanxaneyên bi perstîj, parastina weşana azadane û bo yên dinan yên karibin azadiyên xwe bikarbînin, bo xelatkirina weşanxaneyên di van waran de ye.
IPA, navên weşanxaneyên ku bo xelatê namzedin, di malpera xwe ya înternetê de weşand ku jimara wan 4 in. “Komîsyona Azadiya Weşanê” ji kesên ku bo fînale mane û yê herî dawî yê ku xelatê qezenc bike, ji van xebatan berpirsiyare. Di komîteya tesbîtkirina bo xelatê Arjantîn, Misir, Almanya, Îtalya, Norweç, Komara Koreyê, Tayland, Tirkiye û ji Amerîkayê 9 weşanvan hene.
Weşanxaneyên ku mane lîsteya dawî ev in:
*Avesta Yayınları(Weşanxaneya Avesta) (Tirkiye)
*Bay Chong Ton Sin (Malezya)
*Liberal Yayınevi (Vietnam)
*Maktaba-e-Daniyal (Pakistan)