Kurdistan
Bafil Talebanî bo Lahor û hevalên wî: Nehatin îxrackirin, ew hatin qewirandin!
PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî beriya civîna YNKê ya li Silêmaniyê ji medyakaran re axivî û derbarê bi fermî îxrackirina Lahor Cengî û hevalên wî de got: ‘Ew nehatin îxrackirin, hatin qewirandin.”
Rojnamevanekî ji Bafil Talabanî pirs kir: ‘Gelo sedema îxrackirina Lahor Şêx Cengî û endamên meclîsa YNKê çi bû?’ ev bersiv da: “Birayê min ew nehatin îxrcakirin, hatin qewirandin. Te fêm kir? Her kes ji xwe dizane ku hatine qewirandin tu jî bêje, hatin qewirandin.”
YNKê 2yê Mijdarê ragihandibû ku hevserokê berê Lahor Şêx Cengî, Ala Talabanî, Jino Muhammed û Şadûman Mela Hesen ji partiyê hatine îxrackirin.