Bahoz Erdal: Tirkiyê li sûna 40 balafiran dikaribû bi 4 kesan 13 dîlan rizgar bike
PeyamaKurd - Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, li ser kuştina 13 dîlên di dema êrîşa Garê ya artêşa Tirkiyê de hatine kuştin got: “Li şûna 40 balafirên şer heger 4 demokrat û aştîxwaz şandibûna dê meseleya êsîran bi hêsanî çareser bibûya.”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Bahoz Erdal ji medyaya nêzîkî PKKê re li ser şer û pevçûnên devera Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê û kuştina 13 dîlan axivî û şerê li Çiyayê Garê weke serkeftina HPGê li hemberî artêşa Tirkiyê nîşan da.
Erdal got: “Gerîla li Garê derbeke gelekî mezin li dijmin xist. Hêza gerîla careke din derkete holê. Dewleta Tirk salên dawî timî propagandayê dike û îdîa dike ku ji ber çekên teknolojîk ên di destê wan de gerîla êdî nikarin şer bikin, nikarin li ber xwe bidin, gelê Kurd jî nikare doza azadiyê bimeşîne. Lê belê li Garê şehîd Şoreş û hevalên din bi berxwedana xwe propagandaya dewleta Tirk pûç kirin. Ji aliyê manewî û psîkolojîk jî gelek encam bi xwe re anî. Vê serketinê coşeke mezin da gelê me.”
Li ser mijara kuştina 13 dîlan jî Bahoz Erdal gotiye: “Ji bo ew 13 êsîrên hatin kuştin gelek tişt hatin gotin. Ez dikarim vê bêjim; jixwe eşkere ye ku ew 13 kes ji alî artêşa Tirk ve hatin kuştin. Fermandariya Biryargeha me jî bang li saziyên navneteweyî kir ku herin li cihê bûyerê lêkolînan bikin.Ew dîl dikaribûn werin rizgarkirin. Eger bi rastî jî dewleta Tirk bixwesta wan rizgar bikira, pêwîst nedikir 40 balafir bişîne ser Garê; 4 kesên demokrat û aştîxwaz ji Tirkiyê bihatana, tevî malbatên wan esîran, ev mesele dikaribû bi hêsanî were çareserkirin.”