Kurdistan
Balafirên ser, hidûdê Kurdistanê bombebaran kirin!
Balafirên şer ên Tirkiyê, herêma Sîdekan ya Kurdistanê bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku duh jî balafirên şer ên Tirkiyê li nêzîkî hidûdê navçeya Soranê ya Hewlêrê bombebaran kiribûn.
Rêvebirê Sîdekan Îhsan Çelekî diyar kir ku duh bi şev, çar balafirên şer ên Tirkiyê, herêma Xakurk, Spîndarê, Geliyê Reş, Kewirt û Çiyaben bi tundî bombebaran kirin. Lê nehate zelalkirin ku di bombebaranê de, kuştî an jî birîndar hene an na.