TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baldar bin! | Li Bakurê Kurdistanê wê baran û berfa xurt bibare

Admin H
Nivîskar
📅 30 mijdar 2018 21:26

PeyamaKurd - Saziya hewenasiya Tirkiyê hişyarî da ku îro 30yê Mijdarê bi şev dê baraneke xurt li bajarên wekî Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê bibare.

Li gor agahdariya meteorolojiya Tirkiyê tê texmînkirin, li tevahiya herêmê (Bakurê Kurdistanê) baran, berf û baran bibare û tundiya bayê zêde bibe.

Ji bo şevê pileya sermê li Wanê 6, Bedlîs û Colemêrgê 2 û li Mûşê jî dê 4 derece be.

Saziya hewanasiya Tirkiyê herwiha ji bo lehî û derketina astengên çûnûhatinê jî hişyarî da hemwelatiyan da ku tedbîrên xwe bistîn.

Parve bike: