TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyoza nû ya Newzelandê serdana Nêçîrvan Barzanî kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2019 20:06

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyoza nû ya Newzelandê li Iraqê xanim Tredene Dobsonê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destibikaribûnê li Tredene Dobsonê kiriye û hêviya serkeftinê di karên wê de jê re xwestiye û herdu aliyan hevbîriya xwe ya bo bihêzkirina peywendîyan anîne ziman.

Tredene Dobsonê jî ji ber rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de û wergirtina penaberan, spasiya Herêma Kurdistanê kir û behsa rola Newzelandê ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê DAIŞê kir.

Herwiha di hevdîtinê de; derfetên veberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê, proseya avadankirina piştî şerê terorê, rewşa penaberan û proseya vegera wan bo ser mal û milkên xwe, geşedanên li Iraqê û herêmê jî hatin axaftin.

Parve bike: