TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozê Giştî yê Fransayê spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Admin L
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2026 19:09

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem kir ku ji ber bidawîbûna dema wezîfeya xwe serdanek xatirxwestinê dikir.

Di daxuyaniyekê de ku roja Yekşemê 26ê Tîrmehê ji aliyê Nivîsgeha Barzanî ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku Serok Barzanî pêşwaziya Yann Braem, Balyozê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê kir ku ji ber bidawîbûna dema wezîfeya xwe serdanek xatirxwestinê dikir.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Giştî Yann Braem spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgiriya berdewam a ku di dema wezîfeya xwe de wergirtiye.

Spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û beşdariyên wan di pêşxistina têkiliyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de kir û bal kişand ser hewldanên ku wî di dema wezîfeya xwe de ji bo pêşvebirina têkiliyên di navbera her du aliyan de di hemû waran de kirine.

Serok Mesûd Barzanî spasiya Balyozê Giştî yê Fransayê Braem kir ji bo rola wî ya çalak di dema wezîfeya xwe de û tekezî li ser têkiliya kûr û dîrokî ya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de kir.

Serok Mesûd Barzanîk di xebatên wî yên pêşerojê de ji Yann Braem re serkeftin xwest.

Di civînê de rewşa dawî ya herêmê, pêşketinên dawî û herwiha guhertinên navxwe û herêmî jî hatin nîqaşkirin.

Parve bike: