TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozê Îmaratê: Encama serdana me tekezkirina pêwendiyên biratî yên Îmarat û Kurdistanê bû

Admin L
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2021 14:00

PeyamaKurd – Derbarê armanca serdana wan a bo Serok Barzanî, Balyozê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Zahirî diyar kir, encama serdana wan, tekezkirina pêwendiyên biratî yên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê bû û herwiha piştevaniya welatên Erebî bû, ji bo seqamgîrî û avakirina Iraqê bi giştî.

Ehmed Zahirî ji K24ê re daye zanîn: “Pêwendiyên me yên biratî yên baş ligel serkirdetiya Herêma Kurdistanê heye, ev jî berdewamkirina pêwendiyên welatên Erebî ye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha ev armanca serdana me ya bo cem cenabê Serok Barzanî bû.”

Herwiha Zahirî eşkere kir: “Di vê serdanê de, me tekezî li ser piştevaniya welatê me bo seqamgîrî û avakirina Iraqê kir, herwiha terkezî li pêwendiyên biratî kir ligel Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê.”

Parve bike: