"Netanyahu di dema şerê Îranê de bi dizî serdana Îmaratê kiriye"
PeyamaKurd - Derket holê ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir de bi dizî serdana Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎM) kiriye.
Daxuyaniyek ku duh ji hêla Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ve hat weşandin ragihand ku Netanyahu di dema serdana xwe de bi Serokê ÎMAR Şêx Mihemed bin Zayed Al Nahyan re civiya.
Daxuyaniyê serdan wekî "pêşketinek dîrokî" di têkiliyên di navbera Îsraîl û ÎMAR de bi nav kir.
Platforma nûçeyan a Amerîkî Axios di 26ê Nîsanê de ragihand ku hevkariya leşkerî, ewlehî û îstîxbaratê di navbera Îsraîl û ÎMAR de di dema şer de gihîştiye astek bilind.
Rayedarên ku ji Axios re axivîn diyar kirin ku piştî civînek di navbera Netanyahu û Al Nahyan de di rojên destpêkê yên şer de, Netanyahu ferman da ku bataryayek Qubbeya Hesinî ya Îsraîlê û bi dehan leşkerên Îsraîlî yên berpirsiyarê operasyona wê li ÎMAR werin bicihkirin.