Kurdistan
Balyozxaneya Tirkiyê rastî êrîsekê hat
PeyamaKurd – Balyozxaneya Tirkiyê li Mûsilê şeva borî rastî êrîşeke hawinan hat.
Li gor zanyariyan, Balyozxaneya Tirkiyê li Mûsilê di daxuyaniyekê de diyar kir, şeve borî Balyozxane bi 4 guleyên hawinan hat armanckirin û Balyozê Giştî Mehmet Kuçuksakalli û tîma balyozxaneyê selamet in.
Herwiha li gorî çavkaniyên ewlehiyê, jêdera êrîşê bi egerek mezin ji devera El-Sada û Baweza ye, ku ew navçe di bin kontrola lîwaya 30 ya Heşda Şeibî de ye.